Nûçeyên analîzê

2021ê da Siyaseta Rojhilata Navîn

Prof. Dr. Kemal İnat   | 12.01.2022
 2021ê da Siyaseta Rojhilata Navîn

Istanbul

Ji Zanîngeha Sakaryayê Prof. Dr. Kemal Înat rûdanên ku di sala 2021ê da li Rojhilata Navîn rû dan ji bo Maseya Analîzê nirxand.

Di sala 2021ê da ji rûdanên li ser siyaseta Rojhilata Navîn herî zêde tesîr kir guherîna desthilatdariyê ya li Amerîkayê bû. Donald Trumpê serokê berê yê Amerîkayê ku li gor daxwazên Îsraîl û lobiya çekdaran siyaseta herêmê bi rêk û pêk dikir di meha rêbendanê da wezîfe dewrî Joe Bîden kir û ew tifaqa bi piştevaniya Amerîkayê ku di navbera Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Misrê da hat avakirin da derî li pirsan vekir û tê pirsîn ku gelo wê pêşeroja wan çawa bibe?

Welatên Kendavê yên wek Erebistana Siûdî, Behreyn û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb dîtin ku ji bo piştevaniya Trump hildin û xwe nêzî Îsraîlê bikin ji Amerîkayê çekkirîn têrê dike û ew ji ber îhtimala ku Bîden di mijara Îranê da dibe polîtîkayên ji heyama Obama têxe rewacê û ew ji ber wê gelek ketin fikarê. Di heyama Trump da tevlî Amerîka û Îsraîlê wan li hemberî Îranê pê kutabûn erdê di heyama Bîden da bi Tehranê ra ji bo asayîbûnê gavan diavêjin û ji aliyekî va jî bi Tirkiyeya û yên wek wê ra ku dikarin hevsengiya Îranê bikin ra têkilî danîn. Mîrê Qeterê Şêx Temîm beşdarî Lûtkeya Konseya Hevkariya Kendavê (KHK) ku li El Ûlaya bajarê Erebistana Siûdî hatibû kirin bûbû û ev yek jî parçeyekî asayîbûna têkiliyan hat hesibandin.

MYE û Erebistana Siûdiyê di polîtîkayên dijî Îran, Qeter û hinekî jî yên Tirkiyeyê da paşda gav avêtin dikarin bêjin polîtîkayên midaxelekar û tund ê ji ber baweriya bi Amerîka û Îsraîlê dihatin kirin têk çûn ji bo vê jî polîtîka guherin. Qabiliyeta rejima Îranê heye ku li ber polîtîkayên mueyîdeyan li piya bisekine û bi ensturmanên xwe va bersivê bide van polîtka û mueyîdeyan. Ji ber vê jî rêveberiyên Riyad û Abu Dabiyê dema li dijî vî welatî gavan diavêjin bi temkîn disekinin. Bi heman awayî Qetera wekî reqîbekî hêsan dihat dîtin jî bi piştgiriya Tirkiye, Almanya û Îranê va li dijî dorpêçê li ser piyan sekinî. Carekê hat rayêdan ku MYE û Erebistana Siûdî dema pişta xwe bikutin Amerîka û Îsraîlê her tim nikarin li gor dilê xwe her tiştî bikin. Dîsa hêvî hebû ku îqtidara AK Partiyê ya li Tirkiyeyê ew ê bi zora Amerîkayê û hin welatên Ewropayê ji text dakeve lêbelê eva hêviya berhewa bû û di encama vê da MYEyê gavên bi lez avêt ku bi Tirkiyeyê ra têkiliyan normal bike.

- Pêla normalbûnê

Hêvî hebû ku rêveberiya Bîdenê ew ê di mijara Îran û Îsraîlê da polîtîkayên heyama Trump bi kar neyne û gavên vê piştrast dikin jî hatin avêtin, di pêla normalbûnê ya li Rojhilata Navîn da vê roleke mezin lîst. Di vê çarçoveyê da gava herî girîng ew bû ku di 6ê nîsanê da di navbera Îranê û welatên P4+1ê da li Viyanayê mizakereyan dîsa dest pê kir. Di hevdîtinan da Amerîkayê û hin welatên Ewropayê xwestin ku bernameya fuzeya balistîk û kapasîteya Îranê jî tevlî peymanê bikin, rêveberiya Tehranê li dijî vê derket û xwest ku mueyîdeyan demildest betal bikin. Ji ber hilbijartina serokomariyê ya li Îranê qasî demekê navber dan mizakereyan û di 29ê mijdarê da hevdîtinan dîsa dest pê kir. Her çiqasî di hevdîtinan da hetanî dawiya salê encamek nehatibe bidestxistin jî herdu alî hevdîtinan didomînin û ev jî ji bo siyaseta Rojhilata Navîn girîng e.

Di mijara normalbûnê da aktorê duyem yê ku derkete pêş bêşik Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb e (MYE). Rêvebiriya Abu Dabiyê ya ku piştgiriya Amerîka û Îsraîlê muşahede kir ji bo ku xwe ji şertên heyama Bîden ra amade bike bilez gav avêt ku bi Qeter, Îran û Tirkiyeyê ra têkiliyên xwe baştir bike. Di çileya paşîn da Qeter û KHKyê peymana Ulayê îmze kirin. Piştî vê MYE ji bo ku têkiliyên siyasî û aborî bi Dohayê ra pêşva here gavên girîng avêt. Ji bo ku têkiliyên xwe yên bi Îranê ra jî pêşva bibe di 6ê çileya paşîn da Şêwirmendê Ewlehiyê Şêx Tahnun bîn Zayed çû ziyareta Tehranê. Mîrzayê Welîehd yê Abu Dabuyê Mihemed bîn Zayed jî di 24ê mijdarê da hat ziyareta Tirkiyeyê. Ev gişk nîşan didin ku MYE ji bo rewşa normal gavên çawa cidî avêtin.

Erebistana Siûdî jî di mijara Yêmenê da her roj diçe hê zêdetir aciz dibe. Piştî ku Trump çû jî der barê piştgiriya Amerîkayê da fikarên wê hene. Têkiliyên Erebistana Siûdî û Îranê ji 2016an vir va qût bûne ku ew ji bo dîsa têkiliyan baştir nike gava davêje. Ev jî di pêla normalbûnê ya li Rojhilata Navîn da xeleqeke girîng e. Di meha nîsanê da li Bexdayê her du welatan rasterast dest bi hevdîtinan kir. Di meha çileya pêşîn da jî dema civîna Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê çêbû wezîrên her du welatan hevdîtinek kir û nîşan dan ku ew dixwazin pirsgirêkan çareser bikin. Lê divê bê gotin ku rêvebiriya Riyadê di mijara polîtîkayên midaxeleyê û zexta agresîf ya heyama Trump da li gor Abu Dabuyê di paşvegavavêtinê da gelekî li dû dimîne. MYEyê li ser daxwaza Trump di mijara normelîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê da li gor Erebistana Siûdî polîtîkayeke aktîftir şopandibû. Piştî heyama Trump di mijara normelîzekirina têkiliyên bi Tirkiye û Îranê da jî rewş heman bû.

Li hemberî MYE û Erebistana Siûdî yên hevalbendên Amerîkaya serdema Trump, divê meriv bersivên erênî bide daxwazên asayîbûnê yên Îran, Qeter û Tirkiyeyê ku destê wan di polîtîkaya derva da bihêz be û pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. Qeterê digel welatên ku ambargo dijî wê sepand, peywendiyên xwe asayî kir û ev yek ji bo wê serkeftin bû ku dorpêç bi dawî kir. Ji bo Îrana ku dixwaze digel MYE û Erebistana Siûdî peywendiyên xwe asayî bike û ji bo vê jî gavan diavêje, wateyeke erênî îfade dike ku dê xizmeta parçebûna bloqa hember bike. Ji hêla Tirkiyeyê va jî asayîbûna digel MYEyê, tê wateya bidawîbûna gefên rasterast û nerasterast û her wiha pêşketina peywendiyên aboriyê.

- Rûyê mayînde yê Rojhilata Navîn: Êrîşkariya Îsraîlê, penaber û feqîrî

Li Rojhilata Navîn di demeke wiha de hin tişt hene ku naguherin. Şerê li Yêmen û Sûriyeyê, êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê, bêîstiqrariya Iraqê, pêlên penaberiyê, feqîrî, drama însanên ku ji ber xela û nexweşiyan dimirin, di sala 2021ê da jî dewam kirin.

Şerên navxweyî yên Yêmen û Sûriyeyê ji aliyekê va di pevçûnan da gelek meriv hatin kuştin, ji aliyekê va jî hem hemû çavkanî ji bo çekan hatin terxankirin hem jî pevçûnan nehişt ku alîkariyên însanî bigihêjin cihê xwe. Ji ber vê jî bi hezaran meriv ji têrxwarin û tenduristiyê bêpar man û mirin. Di vê trajediyê da wekî her car herî zêde zarokan zirar dît. Bi taybetî wêneyên zarokên Yêmenî di ajansên nûçeyan yên navneteweyî da hatin weşandin û ev wêne rûyê xerab ê siyaseta hêza xedar a li Rojhilata Navîn nîşan dide.

Di 2021ê da yek ji siyaseta Rojhilata Navîn a ku neguherî ew bû ku Îsraîlê êrîşên dijî Filistînê domand û cihên nû çêkirin û axa Filistînê xesb kirin. Îsraîlê di meha gulanê da li taxa Şêx Cerahê ya li Qudsa Rojhilatê xwest hin malbatên Filistînî bi darê zorê ji malên wan derxin û li ser vê yekê bûyeran dest pê kir û paşê li Xezeyê di êrîşan da ji 300î zêdetir Filistînî hatin kuştin.

Mixabin tu nîşane tunene ku di sala 2022yan da li Rojhilata Navîn ji ber pirsgirêka penaberan û birçîbûnê mirina zarokan bi dawî bibe. Îhtimal heye ku gavên normalîzebûnê yên ku welatên Kendavê, Îran û Tirkiye piştiriyê didinê jî wê bi pêngavên nû va dewam bike.

[Prof. Dr. Kemal Înat, Zanîngeha Sakaryayê]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın