Nûçeyên analîzê

Îskoçya gaveke din nêzî serxwebûnê ye

Akın Özçer   | 26.05.2021
 Îskoçya gaveke din nêzî serxwebûnê ye

Istanbul

Hilbijartinên parlementoyê yên ku di 6ê gulanê da li Îskoçayayê hatin kirin da du partiyên alîgirên serxwebûnê; Partiya Neteweyî ya Îskoç (SPN) û Keskan li Parlementya Edînburgê (Holyrood) ya ku 129 parlementerên wê hene ji nêvî zêdetir (72/129) bi dest xistin. Nîcola Sturgeonê serokê SNPyê û Serokwezîr vê encamê wekî dîrokî û derasayî bi nav kir û biryardariya xwe ya ji bo avêtina pêngava der barê referanduma serxwebûnê ya duyemîn da anî ziman. Sturgeon wek karê ewil eşkere kir ku piştî ku pandemî xilas bibe dê giraniya xwe bide ser mijarên aborî û civakî, paşê jî ji bo ku Îskoç mafê xwe yê diyarkirina dahatûya xwe (oto-determînasyon) biemilînin dê bixebite. Hat bibîrxistin ku ji bo referandumê divê ji hikûmeta Qraliyeta Yekbûyî (QY) destûrê bistîne, serokê SNPyê li ser vê destnîşan kir ku "referandum mafeke demokratîk a bingehîn e" û destnîşan kir ji bo ku Serokwezîr Borîs Johnson îradeya Îskoçan sînordar bike di hinceteke wî ya maqul tune.

Wekî tê zanîn li Îskoçyayê 7 sal berê niha di 18ê îlona 2014an da referanduma serxwebûnê ya ewil di çarçoveya peymaneke ku di navbera Davîd Cameronê Serokwezîrê QYyê û Alex Salmondê Serokwezîrê Îskoçyayê da di 2012an da hat îmzekirin hatibû kirin. Di referandumê da ji hilbijêran pirsa "Gelo divê Îskoçya bibe welatekî serbixwe?" hatibû kirin û di vê referandumê da ji sedî 55,3 dengê "na" derketibû. Lêbelê sedema sereke ya qezenckirina dengên "na" ji ber ku Îskoç naxwazin ji QYyê biqetin nehatin dayîn, ji ber ku dixwestin berî her tiştê di nav Yekîtiya Ewropayê (YE) da bimînin hatibûn dayîn. Partiya Karkeran a ku li Îskoçyayê bingeheke wê ya xurt heye propagandayeke wekî heke serxwebûn çêbe dê Îskoçya bi awayekî otomatîk dervayî YEyê bimîne kiribû û alîgirên YEyê û piştgirên SNPyê yên sosyal demokrat guh dabûn vê propagandayê û ev dosye ji bo demekê jî be hatibû rawestandin.

Lêbelê siyaseta navxweyî ya QYyê bi awayekî ku pêşî li girtina vê dosyeyê bigire rû dabûn. Patiya Mihafazakar a ku di îqtidara QYyê da ye bi helwesteke neteweperwer Brexît anîbû rojevê û di vê mijarê da di 23yê hezîrana 2016an da referandum hatibû kirin. Hilbijêrên Îskoç ên ku du sal berê ji aliyekî va ji ber endamtiya YEyê dev ji serxwebûnê berdabû wekî ku dihat payîn vê carê jî ji sedî 62 dengan va ji bo Brexîtê dengê "na" dabû. Lêbelê li tevahiya QYyê ji sindoqan dengên "erê" derketibû. Sturgeon jî bi awayekî mafdar tîne ziman ku divê referanduma serxwebûnê bê dubarekirin.

- Gelo Îskoçya ji hêla hiqûqî va dikare ji QYê vebiqete?

Divê bê qebûlkirin digel ku ji YEyê veqetîna QYyê geşedaneke dijî îradeya hilbijêrên Îskoç e ji hêla hiqûqî va hêsan dike ku Îskoçya ji QYyê vebiqete. Yek ji prensîbên bingehîn ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bêguman mafê diyarkirina dahatûyê ya gelan e. Lê di vê mijarê da sînordarkirineke hiqûqa navneteweyî heye. Ew jî wekî ku me di nivîsên xwe yên der barê pirsgirêka Qatalanan da destnîşan kir divê emilandina vî mafî yekîtiya neteweyî û bihevrabûna welêt xira neke. Di vê çarçoveyê da biryara rêgez a Lijneya Giştî ya NYyê ya bi dîroka 14ê kanûna pêşîn a 1960î ya bi serenava "danezana serxwebûnê ya ji bo gelên mêtingeh" girîng e. Ev biryar wekî ku ji navê wê jî tê fehmkirin mafê diyarkirina dahatûyê di eslê xwe da dide gelên di bin mêtingeriyê da ne. Bi awayekî berbiçav madeya 6emîn hikim dide ku "teşebûseke armanca wê ew e ku yekîtiya neteweyî û bihevrabûna welêt qismî an jî bi temamî xira bibe" dijî qanûna NYyê ye. Gelek biryarên Lijneya Giştî yên ku vê rêgezê teyîd dikin hene. Ev rêgez her wiha li Seneda Nîhaî ya Helsîniyê, Belgeya Viyanayê ya 1989an, Şertê Parîsê ya 1990î da û di Belgeya Moskovayê ya 1991ê da jî hatiye pejirandin.

Lêbelê statuya hiqûqî ya Îskoçyayê her çiqas neteweperwerên Qatalan Îskoçyayê mînak hildin jî gelekî ji ya Qatalonyayê cudatir e. Statuya xweseriyê ya Qaalonyayê ji ber madeya 2yemîn a destûra bingehîn a Îspanyayê pêk tê. Bi gotineke din mafê xweseriyê ya navborî bi awayekî yekalî ji navendê dane Qatalonyayê. Ji ber wê jî bêyî rizaya Îspanyayê mimkun nîne ku serxwebûn bê îlankirin. Di nav sînorên civaka xweser da jî lidarxistina referanduma yekalî jî wisa ye.

Digel vê ji hêla Îskoçyayê va ne mimkûn e ku mirov heman tiştî bibêje. Ji ber ku Îskoçya yek ji wan çar neteweyan e ku QYyê pêk tîne. Îskoçya dema ku qraliyeteke serbixwe bû di sala 1706an de bi Qraliyeta Îngiltereyê ra peymana yekîtiyê hat îmzekirin û sala pişt ra peyman ji hêla parlementoyên herdu welatan va hat tesdîqkirin (Acts of Union), ji ber vê jî Îskoçya yek ji wan aliyan e ku Qraliyeta Brîtanyaya Mezin di encama vê peymanê da çêbûye. Ev yekîtî her çiqas wekî berdewama yekbûna textên di navbera herdu qraliyetan da a 1603yan hatibe pêşdîtin jî û armanca wê pêşîlêgirtina veqetanê be jî eşkere ye ku li holê du aliyên desthilat hene. Aliyên desthilatdar dikarin bên bal hev û yekîtiyekê ava bikin û dîsa mafê wan heye ku piştî sedan salan jî be vê yekîtiyê xira bikin. Ji ber vê yekê ye ku neteweperwerên Qatalan û Baskê ji bo ku piştgiriyê bidin daxwaza xwe ya serxwebûnê hewl didin îspat bikin ku di rabirdûyê da entîteyeke wan a hiqûqî ya serbixwe hebûye.

- Gelo mimkun e ku serxwebûn ji hêla siyasî va pêk bê?

Wekî ku Le Mondeyê di nivîsa xwe ya der barê mijarê da ya bi serenava "Borîs Johnson di xefika Îskoçan da ye" [1] destnîşan kir encamên hilbijartina Îskoçan Serokwezîr Borîs Jonhsonê ku bi peymana kêliya dawîn da bi YEyê ra hat îmzekirin va her çiqas pirsgirêkên wekî prosedurên gumrikê, masîgiriyê yên nehatine çareserkirin hebin jî baş-xirab dosyeya Brexîstê girtiye xistiye tengasiyê. Her wiha ev mijara cudaxwazan ên ku serê serokwezîr diêşîne bi Îskoçyayê ra sînordar nîne, li Îralandaya Bakur jî rewşeke manend heye. Tişta ku Johnson aciz dike ew e ku gotina wî ya ku dijî endamtiya YEyê emiland û îdeolojiya wî ya neteweperwer niha li Îskoçya û Îrlandaya Bakur dijî QYyê tê emilandin. Di vê mijarê da pirsa tê hişê mirov ev e; Heke QY wekî endamê YEyê bimaya gelo neteweperwerweriya Îskoç û Îrlandayê dê hêsantir bihata kontrolkirin an na?

Bersivdayîna vê pirsê hêsan nîne. Lêbelê wekî ku Le Mondeyê destnîşan kir îro ji QYyê serxwebûn û veqetîna Îskoçyayê ji ber sedemên siyasî û bi taybetî aborî qet jî hêsan nîne. Lêbelê di destê Johnson da jî tu firsend tune ku li ber referanduma serxwebûnê ya duyemîn demeke dirêj li ber xwe bide. Ji ber ku di vê mijarê da wekî ya li Îspanyayê mecbûriyeteke destûra bingehîn jî tune. Dibe ku Borîs Johnson di dawaiya dawî da mecbûr bimîne ku destûrê bide referanduma Îskoçan. Dema mirov dêhna xwe didê di referanduma ewil da endamtiya YEyê zora daxwaza serxwebûnê biriye û Brexît ne tenê li Îskoçyayê di nav hemû neteweyên ku QY damezirandine da îdeolojiyên neteweperwer xurt kiriye û divê bê qebûlkirin ku êdî ji sindoqê derketina îhtmala alîgirên serxwebûnê xurt bûye. Rewşeke wiha ku heta îro nehatibû hişê mirov gelo dibe ku bibe destpêka herku biçe parçebûna QYyê?

Ji bo ku bersiveke cidî bidin vê pirsê hê gelekî zû ye. Lêbelê çawa ku ji Kongreya Viyanayê ya 1815an pê va ji sedsalî zêdetir QYyê serokatiya dinyayê kir (Pax Brîtannîca) û niha ji vê yekê tu tişt nemabe bêgumen dibe ku di maweyeke dirêj da her tişt biguhere. Dibe ku ev yek ji bo dinyaya me û bi taybetî Filistînê ku gelek pirsgirêkên wan ên ku ji wê heyamê mayî hene, gelekî bi xêrtir bibe.

[Akin Ozçer nivîskarê pirtûkên “Agur, êdî ETA tune” (Kanûna pêşîn a 2018)an, “Îspanyaya Piranî: Pergala Destûra Bigehîn û Modêla Têkoşîna Dijî Terorê (2006) û “Euskal Herria: Di dîroka Siyasî ya Îspanyayê da Neteweperweriya Baskan (1999) û ji Karên Derva teqawîd bûye)

[1] https://www.lemonde.fr/idees/article/2021/05/10/boris-johnson-dans-le-piege-ecossais_6079720_3232.html

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın