Nûçeyên analîzê

Êrîşên ku Îsraîlê birin ser Sûriyeyê gelo "talûkeya Îranê" kêm kir?

Hacer Başer, Ekrem Biçeroğlu   | 05.01.2022
Êrîşên ku Îsraîlê birin ser Sûriyeyê gelo "talûkeya Îranê" kêm kir?

Istanbul

Tê gotin ku Îsraîl bi êrîşên esmanî yên ku li Sûriyeyê birin ser kozikên Îran û mitefîqên wê va dixwaze ku sewqkirina sîlahan a ji Îranê diçe Sûriye û Lubnanê kêm bike.

Li gor nûçeyên ku dispêrin rayedarên Îsraîlî, ji bo ku artêş dijî tesîsên nukleerê û tesîsên depokirin û pêşxistinê yên fuzeyên balîstîk ên Îranê êrîşan bide destpêkirin, amadehiyên xwe didomîne.

Lêbelê ji aliyekî va jî heke Îsraîl êrîşeke piçûk jî bibe ser reaktorên nukleerê yên Îranê, dibe ku rêvebiriya Tehranê bi mitefîqên xwe yên herêmê va bi fuzeyên balîstîk rasterast bersivê bide Îsraîlê. Ji ber vê jî Îsraîl bi fikar e.

- Îranê rastiyeke nû ya ku stratejiya Amerîkayê ya dehan salan tehdîd dike, pêk anî

Îranê di deh salên dawîn da bi rêya şaxên xwe yên herêmê, li Iraqê dijî Amerîka û mitefîqên wê, li Lubnan û Sûriyeyê dijî Îsraîlê û li Yênemê dijî Erebistana Siûdî şer kir û seba projeya xwe ya ku plan dikir, şaxeke mitefîqên sadiq ava kir û di vî warî da serkeftî bû.

Digel ku Amerîka û Neteweyên Yekbûyî (NY) Îran tengav kir û Îran li eniyên cuda ket şer û pevçûnan jî di warê hilberîna eskerî da kapasîteya xwe ya fuzeya menzîldirêj pêş xist, di mijara îtimada mitefîqên xwe yên ku Sûriye, Iraq, Lubnan û Yêmenê da serkeftineke mezin bi dest xist.

Bi dehan salan e ku Amerîka stratejiyek ava kiriye ku ewlehiya Îsraîlê biparêze û li ser hemû welatên herêmê serdestiya xwe ya eskerî garantî bike. Lêbelê Îran bi van hemû gavên xwe va ev stratejiya Amerîkayê tehdîd dike û di vî warî da rastiyeke nû pêk anî.

Rêveberiya Tehranê li mueyîdeyên NYyê meydan dixwend, tesîra polîtîkayên "mueyîdeyên giran" a Donald Trumpê Serokê Amerîkayê yê berê li pey xwe hîşt û mitefîqên wê yên li Iraqê jî serkeftî bûn, niha bawer dike ku piştî van tiştan êdî xwedî kapasîteya mezin dibe ya ji bo zirarê bide Îsraîlê ye.

Hêzên mitefîqên Îranê di van du salên dawîn da li Iraqê bi fuze û teyareyên bêmirov va êrîşên serkeftî birin ser baregehên li Iraqê yên Amerîkayê û Îranê eva teknolojiya ji mitefîqên xwe yên li Sûriye, Lubnan û Yêmenê ra jî şand.

- Îsraîlê jî di deh salên dawîn da stratejiyên dijber pêk anî

Ligel stratejiyên Tehranê yên berjevendiyên Amerîkayê û hêzên mitefîq tehdîd dikin Îsraîlê jî di deh salên dawîn da sitratejiyên dijber pêk anî.

Hedefa stratejiyên Îsraîlê ew e ku li Lubnan û Sûriyeyê û herêmên bawer dike ji bo ewlehiya wê ya neteweyî tehdîd in pêşî li Îranê bibire ku bi navbeynkariya mitefîqan bi ser nekeve.

- Fikara Îsraîlê ya ji ber "tehdîdên Îranê" zêde dibe

Fikra Îsraîlê ew e ku Hizbilaha li Lubnanê bi piştgiriya eşkere ya Îranê va hêza xwe ya eskerî pêş dixe. Dîsa di vê çarçoveyê da Hizbilahê wekî "tehdîda Îranê ya dijî ewlehiya Îsraîlê" dibîne.

Li Vîyanaya paytextê Awistiryayê di tura 7an a pêkanîna peymana Nukleerê ya Îranê da Îran bi ser neket û Îranê tetbîqata ji behrê û hewayê ya şerê bi Îsraîlê ra simule dike kir, ev jî fikara Îsraîlê zêde dike

Ji bilî vê rayedarên Îranî gotin ku wan rêjeya xurtkirina uranyûmê ji asta ku Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî eşkere kiriye zêdetir kirin û li ser vê jî rayedarên Îsraîlî dibêjin Îran ji bo çêkirina bombeya nukleerê bi pêş ketiye û di nav salek, du salan da jî wê bigihêje armanca xwe û ji ber vê jî tirs ketiye nav dilê wan.

Dîsa di nûçeyên ku dispêrîn rayedarên Îsraîlî da tê gotin ku artêş ji bo êrîşên li ser tesîsên xurtkirina nukleerê yên Îranê û embarên moşekên dûravêjê bi lez û bez bikin di nav amadehiyan da ne.

Wezîrê Parastina Îsraîlê Benny Gantz di daxuyaniyên xwe da got ku Îsraîlê bi sedan êrîşên li Sûriyeyê bir ser baregeh û kampên eskerî va "rêgezên têkoşînê guhert" û naxwaze Îran çekên pêşketî li nêzî sînorê wan bi cî bike û hewl dide rê li vê armancê bigire.

Tê gotin ku Gantz ev daxuyanî piştî nûçeyên der heqê êrîşa ku bi moşekan li Bendergeha Lazqiyeyê biribûn ser konteynirên neqliyeyê weşiyabûn, da.

Çavkaniyên muxalif ên Sûriyeyê jî der heqê mijarê da daxuyanî dan û gotin ku di êrîşa balafirên Îsraîlê li dar xistin da konteynirên ku çek û cebilxaneyên demek berê ji Îranê hatibûn bûn hedef.

Îsraîlê berpirsyariya vê û bi sedan êrîşên wek vê hilneda ser xwe lê Wezîrê Parastinê Gantz bangî rejima Sûriyeyê kir ku bila Îran dawî li kar û xebatên xwe yên li ser axa Sûriyeyê birêva dibe, bîne.

Wezîrê Îsraîlî ew hişyarî da ku ew ê di wan xebatên xwe da berdewam bin ku rê li êrîşên muhtemel ên Îranê û welatên hevalbendên wê bigirin. Ev hişyarî bû sedem ku ew şîrove bên kirin ku êrîşa dawîn Îsraîlê kir.

Peywirdarên Sûriyeyî yên der heqê êrîşê da Îsraîl sûcdar kirin, diyar kirin ku fuzeyên ji rojavayê Lazqiyeyê hatin avêtin, bû sedema şewitîna beşeke mezin a tersxaneya kargoyê ya li Bendava Lazqiyeyê.

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê 7ê Berfanbarê ragihandibû, sewqiyeta çekan a ku ji Bendera Lazqiyeyê ji hêzên Îran li piştê ye ra diçin, bûbûn armanc. Bi vê va ev du êrîşên ku di nava mehekê da hatin kirin.

Rêveberiya Tel Avîvê di wê baweriyê da ye ku êrîşên xwe yên dijî ciyên têkildarî fealiyetên Îranê yên li Sûriyeyê zêdetir bike, sewqiyeta çek û muhimatan a Îranê û zêdebûna çekan a li ser axa Sûriyeyê dê kêm bibe.

Di civîna salane ya nirxandinê ya artêşa Îsraîlê da ew yek hat piştrastkirin ku li Sûriyeyê bi dehan cih, li Lubnanê sê cih, li Behra Spî û ya Sor jî bi sedan cih hatin lêdan.

Di nûçeyên çapemeniya Amerîkayê da hat diyarkirin, Îsraîlê ji bo kirîna du balafirên îkmala sotemeniyê digel rêveberiya Joe Biden peyman îmze kir û her wiha xwest ku di demeke nêzîktir da sîparîşê teslîm bike.

Nûçeyên dibêjin Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Erebistana Siûdî destûrê nadin balafirên Îsraîlê ku ew dakevin û sotemeniyê tijî bikin, li gor vê rewşê heke Îsraîl êrîşî tesîsên nukleer ên Îranê bike balafirên sotemeniyê bar dikin yên ji Amerîkayê bên stendin wê ji bo artêşa Îsraîlê gelekî girîng bin.

- Îsraîl bi fikar e ku Îran û hêzên piştgiriyê didin wê êrîşan bikin

Îsraîlê di 2021ê da bi dehan êrîşên esmanî kir. Êrîşên Îsraîlê li gor sala 2020î zêde bû, li gor êrîşên 2019yan jî bû du qat.

Rêvebiriya Tel Avîvê difikire ku êrîşeke dijî reaktorên nukleer ên Îranê dikare ji bo demeke berwext bernameyê bide rawestandin. Lê di heman demê da bi fikar e dibe ku ev tesîreke neyînî jî bike, Îran, li Xezeyê Hamas û Cîhada Îslamî, Lubnan, li Sûriyeyê Hizbilah, li Iraqê Hêzên Seferberiya Gel a Iraqê, li Iraq û Sûriyeyê bi dehan komên Şiî û hêz bi moşekên balîstîk va êrîşan bikin.

Ji bilî vê Îsraîl bifikar e ku li Tengava Mendepê ya Babulê Hûsiyên li Yêmenê, li Tengava Hurmuzê jî Parêzvanên Şoreşa Îranê berjewendiyên Amerîkayê û mitefîqên wê yên li herêmê hedef bigirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın