Abdullah Söylemez
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê li Gola Masiyan a raqim 2 hezar û 241 ya bi bedewiyên siruştî balê dikişîne, şahî hat lidarxistin.
Ji xeynî navenda parêzgehê û navçeya Taşliçayê, ji Bazîd û Îdirê jî bi hezaran kes beşdarî şahiyê bûn ku bi kordîneya Walîtî û Qaymeqamtiya Taşliçayê hat lidarxistin.
Di şahiyê da ji hêla heywandaran "Pêşbaziya Bedewiyê ya Berxan" hat lidarxistin û bi pêşbaziyê va dîmenên cuda derketin holê. Xwediyên berxên pile wergirtin, bi xelata pere hatin xelatkirin.
Ji xeynî vê di pîsta li keviya golê pêşandana off-roadê hat kirin. Welatiyan jî ji xwe ra govend gerandin û zarokan jî bafirok firandin. Hin welatî jî bi beleman li ser golê ji xwe ra tûr kirin.
Onder Bozkurtê Walî di çalakiyê da axaftinek kir û bal kişand ku bi beşdariya bi hezaran kesî va wan çalakiyeke bi coş li dar xist.
Bozkurtê Walî bal kişand ku Gola Masiyan gelek bedewiyên siruştî vedihewîne.
Bozkurt her wiha destnîşan kir, ciwanên ku ecdadê xwe nas bike, ji dîroka xwe îlhamê bistîne û xwedî li nirxên gelê xwe derkeve dê paşeroja Sedsala Tirkiyeya bihêz ava bike û dê bibe xezîneya herî mezin û wiha dewam kir, "Vîzyona Sedsala Tirkiyeyê ya bi pêşengiya Serokomarê me, ne bi tenê hedefa pêşketinê di eynî wextî da xwedîderketina li şaristaniya me ye jî. Bi hêza raboriyê va diyarkirina nexşeya paşerojê ye."
Bozkurt her wiha diyar kir ku bi hedefa "Tirkiyeya Bêteror" wan li Agiriyê gelek fealiyet îcra kirin û wiha got:
"Gola Masiyan jî nirxeke giring a vê vîzyonê ye. Gola Masiyan, gola av şirîn a herî raqim bilind a Tirkiyeyê ye. Gola Masiyan a bêhempa ne bi tenê ya Agiriyê, mîrata hevpar a welatê me ye. Ya ku dikeve ser milê me jî parastin û nasandina vê bedewiyê ye."
Kubra Baka Kiliça Qaymeqama Taşliçayê, alîkarên walî û welatî beşarî çalakiyê bûn.