Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Di êrîşên Ermenistanê da du sivîlên Azerbeycanî yên 13 û 16 salî hatin kuştin

Abdullah Tel  | 24.10.2020 - Rojanekırın : 25.10.2020
Di êrîşên Ermenistanê da du sivîlên Azerbeycanî yên 13 û 16 salî hatin kuştin

Baki

 Di êrîşên ku Ermenistan bi moşekê bir ser cî û warên sivîlên Azerbeycanê lê dijîn da du sivîlên 16 û 13 salî hatin kuştin.

Serdozgeriya Azerbeycanê daxuyand ku artêşa Ermenistanê bi top û moşekan êrîşî ser bajarên Goranboy û Terterê kirin.

Hat gotin ku moşek li maleke gundê Kebîrliya ser bajarê Terterê ket û Orhan Îsmayilzade (16) can da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gundê Tapkarakoyunluya ser Goranboyê jî du malên top li wan ketin zirar dîtin.

Hat ragihandin ku di êrîşa bi moşek a Ermenistanê ya 17ê Cotmehê biribû ser Genceyê da jî Artur Mayakovê 13 salî yê birîndar bûbû, li nexweşxaneya dihat tedawîkirin bi ser xwe da nehat û wefat kir.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.