Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Di êrîşên Ermenistanê da 60 sivîlên Azerbeycanî hatin kuştin û 270 kes jî birîndar bûn

Haydar Şahin  | 17.10.2020 - Rojanekırın : 18.10.2020
Di êrîşên Ermenistanê da 60 sivîlên Azerbeycanî hatin kuştin û 270 kes jî birîndar bûn

Baki

Di êrîşên Ermenistanê bi top û fuzeyan birin ser wargehên Azerbeycanê da hetanî niha 60 sivîl hatin kuştin, 270 sivîl jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Azerbeycanê di daxuyaniya xwe da agahiya bûyerên ji 27ê îlonê hetanî 16ê cotmehê yên ji ber êrîşên Ermenistanê pêk hatin eşkere kir.

Li gor vê di vê heyamê da 60 sivîlên welatiyê Azerbeycanê hatin kuştin û 270 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên Ermenistanê 1704 xanî, 90 apartman û 327 avahiyên dewletê bûn xirabe.

- Azerbeycanê di 27ê îlonê da êrîşa dijber dabû destpêkirin

Artêşa Ermenistanê êrîşî wargehên sivîlan kiribû li ser vê artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da li dijî wan êrîş dabû destpêkirin.

Artêşa Ermenistanê ya kozikên xwe da der êrîşên bi top û fuzeyan ên ser wargehên sivîlan ên li Azerbeycanê domandibû.

Di hevdîtinên li Moskovayê da Ermenistan û Azerbeycanê ji bo guherandina cinaze û hêsîrên li Qerebaxa Çiyayî biryar dabûn ku ji saet 12.00ê 10ê cotmehê pê va "agirbest" were destpêkirin.

Hê ji ser agirbestê ra 24 saet derbas nebibû ku Artêşa Ermenistanê bi fuzeyê êrîşî Genceya bajarê Azerbeycanê kiribû, di êrîşê da 10 kes hatibûn kuştin û 35 kes jî birîndar bibûn.

Di 15ê cotmehê da jî di êrîşa biribûn ser merasima definkirinê ya li Terterê û sivîlên diçûn goristanê da 4 kes hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bibûn.

Ermenistanê îro bi fuzeyan êrîşî Genceyê kiribû, di êrîşê da 13 sivîl hatibûn kuştin û ji 50yî zêdetir kes jî birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın