Tenduristî, Koronavîrus

Zanyarê Tirk asta yekem a vaksîn û dermanê koronavîrusê bi serkeftî qedand

Hat ragihandin ku Dîrektorê Enstîtuya Bîyoteknolojiyê yê Zanîngeha Ankarayê Prof. Dr. Aykut Ozkul "Îzolasyona vîrusa SARS-COV-2" ku asta yekem a berhemanîna serûm, waksîn û derman e bo cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi serkeftî qedandiye."

Ahmet Aydın  | 06.04.2020 - Rojanekırın : 06.04.2020
Zanyarê Tirk asta yekem a vaksîn û dermanê koronavîrusê bi serkeftî qedand

Ankara

Hat ragihandin ku Dîrektorê Enstîtuya Bîyoteknolojiyê yê Zanîngeha Ankarayê Prof. Dr. Aykut Ozkul "Îzolasyona vîrusa SARS-COV-2" ku asta yekem a berhemanîna serûm, vaksîn û derman e ji bo cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi serkeftî qedandiye."

Bi daxuyaniyekê li ser hesabê fermî yê Twitterê yê wê zanîngehê derbarê xebatên Prof. Dr. Aykut Ozkul zanyarî hatin belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Dîrektorê Enstîtuya Bîyoteknolojiyê yê Zanîngeha me Prof. Dr. Aykut Ozkul îzolasyona vîrusa SARS-COV-2" ku asta yekem a berhemanîna serûm, vaksîn û derman e ji bo cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) bi serkeftî qedandiye."

Rektorê Zanîngeha Ankarayê Prof. Dr. Erkan Ibiş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev nirxandin kir:

"Ez pîrozbahiyê li hevalên xwe dikim, ez bawerim berdewama wê jî heye û dê bidome."

Xebata li Zanîngeha Ankarayê li Labaratuarên Fakulteya Vîrolojiyê û Enstîtuya Biyoteknolojiyê tên ajotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.