Wezîrê Tenduristiyê yê Kolombiyayê Gomez: Sînovac nahêle ku kal û pîrê ji 80yî jortir ji ber vîrusê bimirin
Bolivar
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Kolombiyayê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 614 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara miriyan derket 101 hezar û 302yan.
Li welêt di 24 saetên dawîn da 28 hezar û 616 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û jimara pêketiyan 3 milyon û 997 hezar û 21an, jimara kesên ku qenc bûn jî 29 hezar û 81 zêde bû û derket 3 milyon û 714 hezar û 962yan.
Sînovacê seba kesên ku emrê wan ji 80yî zêdetir e baş e û nahêle ku kal û pîr ji ber vîrusê bimirin.
Fernando Ruiz Gomezê Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da û diyar kir ku aşiya Sînovacê ya Çînê baş e û nahêle ku kal û pîrê ji 80yî jortir ji ber vîrusê bimirin.