Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca îdiayên ser medyaya civakî derewand

Wezîrê Tenduristiyê Koca îdiayên ser medyaya civakî derewand: "Îdiayên ku li ser medyaya civakî dibêjin di daneyên ku me parvekirine da nakokî hene, bi temamî ne rast in"

İbrahim Atmaca  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 30.03.2020
Wezîrê Tenduristiyê Koca îdiayên ser medyaya civakî derewand

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir, îdiayên ku li ser medyaya civakî dibêjin der heqê daneyên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da nakokî hene, bi temamî ne rast in.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Îdiayên ku li ser medyaya civakî dibêjin di daneyên ku me parvekirine da nakokî hene, bi temamî ne rast in."

Koca destnîşan kir ku daneyên ku tên daxuyandin li gor delîlan in û wiha got: "Rasterast teşxîsa Kovîd-19ê wek asas hatin hildan. Dane, daneyên rast in. Berevajîkirina rastiyan wê bi kêrî kesî neyê."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.