Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Êdî em mecbûr nîn in li derveyê maske bidin ber devê xwe."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, "Êdî em mecbûr nîn in li derve, li cihên vekirî maske bidin ber devê xwe."

Aylin Dal  | 02.03.2022 - Rojanekırın : 03.03.2022
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Êdî em mecbûr nîn in li derveyê maske bidin ber devê xwe."

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand, "Êdî em mecbûr nîn in li derve, li cihên vekirî maske bidin ber devê xwe."

Wezîr Koca piştî Civîna Zanistî ya Koronavîrusê daxuyanî dan. 

Koca derbarê rakirina sepanên berê yên di warê Kovîd-19ê de ragihand, "Êdî em mecbûr nîn in li derve, li cihên vekirî maske bidin ber devê xwe. Heke li mekanên girtî hewadarkirin bes be û pabendî bi rênimaya jihevdûriyê jî hebe, maske lazim nake."

Wezîr Koca destnîşan kir ku maske wê di jiyana me de hê jî bimînin û got, "Maskeyên me wê bi me re bin û dema pêwîst bû emê bikar bînin. Dema em bi mezinên xwe re bin, yaxud li cem yên bi nexweşiyên kronîk bin, em dev ji maskeyê bernadin. Herwiha li qadên ku merca jihevdûriyê nayê bicihanîn, li saziyên tenduristiyê û qadên girtî yên mekteban, di balafir, otobus, şano, sînemeyê de bikaranîna maskeyê wê bidome. Di serdema nû de êdî sepana koda HESê jî hat rakirin. Dê li ti sazî û dezgehekî koda HESê neyê xwestin. "

Wezîr Koca herwiha got, "Êdî pêwîstî bi sepana dema li mekteban 2 pêketiyên Kovîd-19ê derkevin 'sinif tê girtin' jî nema."

Wezîr Koca got, "Em plan dikin ji hefteya bê pê ve lêdana derziya TURKOVACê li hekîmên malbatan û hemî saziyên tenduristiyê bidin destpêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.