Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Ji bo pesendkirina bikaranîna bilez serlêdana TURKOVACê hat kirin"

Burcu Çalık Göçümlü  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 26.11.2021
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Ji bo pesendkirina bikaranîna bilez serlêdana TURKOVACê hat kirin"

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ji îro pê va ji bo pesendkirina bikaranîna bilez serlêdana aşiya Kovîd-19ê ya înaktîf ya xwemalî TURKOVACê hat kirin, ew hêvî dikin heta sal neqede ew êdî bikaribin aşiyê bi kar bînin.

Koca di Komîsyona Plan û Budçeyê ya TBMMyê da der barê budçeya sala 2022yan da axivî û mizgîniya aşiya xwemalî da.

Wezîr Koca ji bo TURKOVACê wiha got: "Ji bo pesendkirina bikaranîna bilez serlêdana aşiya Kovîd-19ê ya înaktîf ya xwemalî TURKOVACê hat kirin. Em hêvî dikin heta sal neqede ew êdî bê bikaranîn. Aşiya me ya xwemalî ji bo welat û gelê me, ji bo hemû dinyayê li ser xêrê be."

Ji bo kontrola SMAyê jî Koca wiha got: "Me xebatên xwe yên kontrola SMAyê seba berî zewacê û dergûşên nûbûyî temam kirin. Xebatên me li hemû welêt beriya sal biqede wê dest pê bikin."

Koca got keda xebatkarên tenduristiyê gelek e û ew dizanin ku çiqas bi fedakarî tê kirin û wiha axivî: "Em dixwazin pereyên zêde yên sabît ên ji bo doxtoran zêde bikin û vê ji budçeya giştî xerc bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.