Koronavîrus

Wezîr Koca daneyên Kovîd-19ê yên di navbera 4 û 10ê îlonê da eşkere kir

Aybüke İnal Kamacı  | 16.09.2021 - Rojanekırın : 17.09.2021
Wezîr Koca daneyên Kovîd-19ê yên di navbera 4 û 10ê îlonê da eşkere kir

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên di 100 hezar kesî da tê dîtin ên di navbera 4 û 10ê îlonê da eşkere kir.

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê nexşeya Tirkiyeyê parve kir, li gor daneyên di navbera 4 û 10ê îlon yên ser 100 hezar kesî da li Stenbolê 183,48 kes, li Enqereyê 282,66 kes, li Îzmirê jî 43,26 kes bi nexweşiyê ketin.

Hefteya borî (28ê tebaxê 3ê îlonê) di 100 hezar kesî da li Stenbolê 154,95 kes, li Enqereyê 242,61 kes, li Îzmirê jî 45,58 kes bi nexweşiyê ketibûn.

Koca diyar kir ku li gor hefetaya borî nexweşî herî zêde li Kilîs, Erzincan, Meletî, Qerebuk, Kastamonu, Erzirom, Adiyaman, Qeyserî, Tokat û Sînopê zêde bû û ragihand ku welatiyên li wan bajaran divê zêdetir baldar bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.