Tirkiye, Koronavîrus

Wezareta Edaletê li girtîgehan dema tevdîrên "vîrusa koronayê" dirêj kir

Nihat Kavşut  | 28.03.2020 - Rojanekırın : 29.03.2020
Wezareta Edaletê li girtîgehan dema tevdîrên "vîrusa koronayê" dirêj kir

Ankara

 Wezareta Edaletê dema tevdîrên ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) li girtîgehan hatibûn hildan ji ber pêşniyaza Lijneya Zanistê du hefte dirêj kir.

Wezareta Edaletê hemû hevdîtinên li girtîgehan, neqlên di nav girtîgehan da û emilandina odeyên hevdîtina malbatan du hefteyên din jî taloq kir.

Ji ber tevdîran xizmên girtî û mehkûman bi biryara dozgeriyê wê bikaribin herin serdanê û parêzer jî di rewşên mecbûrî da wê maske û lepikan biemilînin û hevdîtina girtî bikin.

Tevdîrên navborî 13ê Adarê piştî ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul beşdarî civîna Lijneya Zanistanê bû ji raya giştî ra hatibûn ragihandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.