Koronavîrus

Sînordarkirina derketina derva dest pê kir

Sînordakirina derketina derva ya ku saet 21.00ê da dest pê kir dê 7ê kanûna pêşîn roja duşemê saet 05.00ê da biqede

Elif Irmak  | 04.12.2020 - Rojanekırın : 05.12.2020
Sînordarkirina derketina derva dest pê kir

Ankara

Sînordakirina derketina derva ya kudi çarçoveya tevdîrên têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da di saet 21.00ê da li tevahiya Tirkiyeyê dest pê kir dê 7ê kanûna pêşîn roja duşemê saet 05.00ê da biqede.

Di Kabîneya Serokomariyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da di 30yê sermawezê civiya da der barê têkoşîna dijî Kovîd-19ê da biryarên nû hatin hildan.

Di giştînameya Wezareta Karên Navxweyî ya ku piştî civîna Kabîneyê hat weşandin da hat diyarkirin ku nav hefteyê dê di navbera saet 21.00-05.00ê da dawiya hefteyê jî ji roja înê saet 21.00ê heta roja duşemê saet 05.00ê dê sînordarkirina derketina derva bê tetbîqkirin.

Li gor vê sînordarkirina derketina derva ya ewil a ku dê di çarçoveya tevdîrên nû hatin hildan da dawiya hefteyê bê tetbîqkirin îro saet 21.00ê da dest pê kir. Sînordarkirin dê 7ê kanûna pêşîn saet 05.00ê da biqede.

- Market û beqal dê di navbera saet 10.0017.00ê da fealiyet bikin

Rojên şemî û yekşemê ku sînordarkirin heye dê market, beqal, qesap û êmîşfiroş di navbera saet 10.00-17.00ê da bikarin fealiyet bikin. Rojên şemî û yekşemê firûn an jî kargehên bi rûhseda mamûlên biar ên ku hilberîna nan dikin û bayiyên van kargeha ên ku tenê nan difroşin dê vekirî bimînin. Kargehên wekî loqente û restoranan dê rojên şemî û yekşemê ku sînordarkirin heye di navbera saet 10.00-20.00ê da tenê xizmeta serwêsa pakêt bidin

Sînordarkirinên derketina derva heta biryareke nû bê hildan dê nav hefteyê û dawiyên hefteyê dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.