Tirkiye, Koronavîrus

Serokomar Erdogan: "Herwekî ku me di serdema qeyrana fînansî ya kûrewî de kir divê demildest em destbikar bibin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Herwekî ku me di serdema qeyrana fînansî ya kûrewî de kir divê demildest em destbikar bibin."

Ahmet Aydın  | 26.03.2020 - Rojanekırın : 27.03.2020
Serokomar Erdogan: "Herwekî ku me di serdema qeyrana fînansî ya kûrewî de kir divê demildest em destbikar bibin"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya vîdeo konferansê beşdarî Civîna Derasayî ya Serokên G20ê ya bi mijara vîrusa koronaya nû (Kovîd-19) bû.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî civînê de got, "Herwekî ku me di serdema qeyrana fînansî ya kûrewî de kir divê demildest em destbikar bibin."

Serokomar Erdogan got, "Ez bang li hemî welatan dikim ku heta hemî mirovayetî nefeseke rehet bistîne, bila bi şêweyekî adîlane beşdarî têkoşîna bi qeyrana tendirustiyê ya kûrewî bibin. Pêdivê zanyariyên civandî yên derbarê kontrola şewbê, teşxîs û dermankirina wê de bên parvekirin. Hemî rênimayên neteweyî yên ku em deynin, gelekî giring e ku bi rênimaya Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê re guncaw be û ji bo hevkariya navneteweyî hander be."

Serokomar Erdogan wiha pê de çû:

"Şewba Kovîd-19ê careke din giringiya hevkariya G20ê û ruhê wê yê lihevkirinê derxist holê. Di vê pêvajoyê de pêdivê em bibin rêber û herwiha xwedî berpirsiyarî û hevkarekî di asta kûrewî de. Em dibînin ku di warê têkoşîna dijî şewbê de gelek ji wan dewletên pêşketî jî rûbirûyê dijwariyên berbiçav in. Pêdivê di vê pêvajoyê de ji bo herêmên di bin tesîr şer de û civakên ku rîsk li ser wan e, em çavkaniyên fînansmanên alîkariya mirovî seferber bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.