Tirkiye, Koronavîrus

Serokomar Erdogan di têkoşîna dijî vîrusa koronayê da tevdîrên nû eşkere kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê tevdîrên vîrusa koronayê da daxuyanî da.

Elif Irmak  | 03.04.2020 - Rojanekırın : 04.04.2020
Serokomar Erdogan di têkoşîna dijî vîrusa koronayê da tevdîrên nû eşkere kir

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Tirkiye têkoşîna xwe ya dijî vîrusa koronayê bi biryardarî didomîne."

Erdogan di axaftina xwe ya ku tevdîrên ji bo şewba vîrusa koronayê ya nû hatin dîtin eşkere kirin da got ku di pêvajoyeke ku welatên herî pêşketî yên dinyayê jî şaşomaşo bûn da Tirkiye hem mijara amadehiyê da hem jî ji hêla midaxaleyê va helwesteke saxlem nîşan da.

Erdogan got "Tirkiye ji serî va di çarçoveya daneyên destê xwe da hemû tevdîr hildan û bi vî awayî nexweşî dereng ket welatê me." û destnîşan kir ku piştî ku nexweşî cara ewil hat dîtin li tevahiya welêt tesbît û tedawiya waqieyan bi awayekî gelekî serkeftî tên meşandin.

- "Tirkiye yek ji wan welatan e ku dijî şewbê û qeyrana mezin a ku pê ra dest pê kir herî amade ye"

Erdogan got ku "Niha li dinyayê jimara kesên hatiye tesbîtkirin ku mane bin tesîra şewbê da gihaştiye milyonek û 30 hezarî, jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin jî derketiye 55 hezarî. Welatê me bi tevahî 20 hezar û 921 nexweş, 425 mirin, jimara kesên ji nexweşxaneyê hatine derxistin û ji hêla nifûs û tehdîda şewbê ve ji temamiya welatên ku dikarin bi wan ra muqayese bikin di astake çêtir da ye."

Erdogan bal kişand ku Lijneya Zanistê gav bi gav geşedanên nexweşiyê yên li welêt û dinyayê dişopîne û Lijneya Zanistê lir gor wan tevdîrên divê bên hildan diyar dike û wek pêşniyaz radigihîne hikûmetê.

Erdogan wiha axivî: 

"Em jî wek Serokomariyê bi wezaret û saziyên xwe ra hemû geşedanên li dinya û welatê xwe dişopînin û li gor van biryaran didin û tetbîq dikin. Wekî her dem dibêjim bi taybetî ji gelê me daxwaza me ew e ku her kes bixwe karantînaya xwe tetbîq bike. Ez dizanim ku bi awayekî giştî gelê me riyaetî rêbazan dike û ez spasiya her kesê dikim. Lêbelê herçiqas jimar kêm be jî em dibînin ku hin kesên ku guh nadin îzolasyona civakî, mesafeya civakî, paqijiyê hene. Ji bo kesên ku guh nadin hişyariyan û tevgerên bereks nîşan didin cezayên edlî û îdarî yên hewce dikin bêteredut dê bên tetbîqkirin."

- Ji bo kesên 20 salî biçûktir qedexeya derketina derva

Erdogan got ku "Em ji îşev pê va ji bilî îstisnayên diyar 30 bajarên xwe yên mezin û bajarê Zonguldakê ji bo ketin û derketina wesayîtan digirin. Ji sibê pê va dê li hemû cihên bazarê û marketan ên ku mirov bi awayekî komî lê ne mecbûrî be ku her kes rûpêçê bide ber xwe. Em li temamiya welatê me ji bo kesên 20 salî biçûktir, kesên welidîna wan 1ê kanûna paşîn a 2000 û ji ser wê ra ne qedexeya derketina derva tînin."

- "Baweriya min bi gelê min heye"

Serokomar Erdogan diyar kir ku dijî kesên ku guh nadin hişyariyan û tevgerên bereks nîşan didin dê bêteredut cezayên edlî û îdarî bên tetbîqkirin û wiha axivî: "Ji bo kesên ku guh nadin hişyariyan û tevgerên bereks nîşan didin cezayên edlî û îdarî yên hewce dikin bêteredut dê bên tetbîqkirin. Ez ji gelê xwe bawerim, ev sozeke nava wê vala nîne. Em di her pêngavên ku diavêjin da tezahurên vê pêbaweriyê dibînin. Em çiqas baş riayetî rêbazan bikin dê seyra şewbê ewqas hildin bin kontrolê, bikarin tehdîdê ji holê rakin. Kolan jî di nav da li hemû mekanên ji kamuyê ra vekirî dê bi tu awayî bi awayekî ku qerebalixiyê çêkin nekarin bên bal hev. Wek 83 milyon di destê me da ye ku em kengî dikarin li welêt jiyanê normalîze bikin."

Serokomar Erdogan got "Herçiqas di serî da Serokê Giştî yê CHPyê hin alî hewl dan ku vê kampanyayê bê îtibar bikin jî wekî xuya ye gelê me guh nedaye van mîhraqên fitneyê. Di roja 3yemîn a kampanyayê da biqasî 304 hezar kes û saziyên me alîkariya milyarek û 61 milyon lire kir û hêza biratiya me nîşan da. Yên ku dîroka xwe nizanin îro hewl didin ku kampanyaya alîkariyê ya dewleta me bi rê va dibe jî sabote bikin û nîşan dan ku ka çiqas ji gel dûr in."

Serokomar Erdogan got ku "Em ê navê Xoceyê xwe Prof. Dr. Cemîl Taşçiogluyê ku çend roj berê wefat kir bidin Nexweşxaneya xwe ya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Okmeydaniyê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın