Tirkiye, Koronavîrus

Şaredariya Baglarê pêdiviyên nexweşan, kal û pîran peyda dike

Şaredariya Baglarê ya Diyarbekirê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hewcedariyên kal û pîran dibîne.

Türkan Tosun  | 02.04.2020 - Rojanekırın : 08.04.2020
Şaredariya Baglarê pêdiviyên nexweşan, kal û pîran peyda dike

Diyarbakir

 Şaredariya Baglarê ya Diyarbekirê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hewcedariyên kal û pîran dibîne.

Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu daxuyand beriya ku şewba vîrusa koronayê dest pê bike jî wan alîkariya welatiyan dikir.

Beyoglu got ew hewl didin rê li ber şewbê bê girtin û wiha axivî: "Em pêdiviyên kesên nexweşiyên wan ên kronîk heye, kal û pîran peyda dikin dibin mala wan. Divê em hemû hesas bin, rewşeke wiha heye. Ji bo ku welatiyên me mexdûr nebin em têdikoşin. Em şaredartiya dil, xizmet û civakî bi hev ra dimeşînin û xizmetkarê gelê xwe ne."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.