Tirkiye, Koronavîrus

Rîspiyên Hekariyê piştgirî da banga "Li malê bimîne"

Li Hekariyê ji bo ku vîrusa koronayê bela nebe rîspiyan bang kir ku heta mecbûrî nebe ji malê dernekevin

İbrahim Atmaca, Önder Beyter  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 04.04.2020
Rîspiyên Hekariyê piştgirî da banga "Li malê bimîne"

Hakkari

Li Hekariyê ji bo ku vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bela nebe rîspiyan bang kir ku heta mecbûrî nebe ji malê dernekevin.

Di çarçoveya tevdîrên seba vîrusa koronayê da rîspiyên Hekariyê jî piştgirî da bangewaziyên "Li malê bimîne".

Li Hekariyê ji bo şewbê tevdîr hatin hildan û meriv ji malê dernayên. Rîspiyan jî xwest ku meriv guh bidin tevdîrên ku dewletê hildane û di vê pêvajoyê da li malê bimînin.

Ji rîspiyan Orhan Pîruzbeyoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, divê gel guh bide tevdîran û yek û yek bi cih bîne.

Pîruzbeyoglu destnîşan kir, tevdîr ji bo tenduristiya gel hatin hildan û wiha dewam kir: "Çi qas ji destê me tê divê em ji malê dernekevin û xwe îzole bikin. Em ji gelê xwe rica dikin ku çi qas ji destê wan tê bira dernekevin derva û temasî kesên din nekin."

Mehmet Adiyaman jî bal kişand ku di vê pêvajoyê da divê herkes berpirsiyariya xwe bîne cih.

Rîspiyên Hekariyê piştgirî da banga "Li malê bimîne"

Adiyaman bal kişand ku dewlet timî xwedî li mafên welatiyên xwe derdikeve û pêwîstiyên wan dabîn dike û wiha dewam kir, "Em ji van tedbîran memnûn in. Wekî welatiyên li herêmê, em ê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Bira kes dernekeve derva. Rebê min bira vê belayê ji welatê me def bike. Ez ji bo herkesê ku duçarî nexweşiyê bûne, şifayê dixwazim."

- "Dewlet ligel hemû dezgehên xwe di xizmeta welatiyan da ye"

Mehmet Firat jî bal kişand ku nexweşiya navborî li ser asta hemû cihanê xwedî bandor e û lewma jî hemû welat têkoşîneke mezin didin.

Firat bal kişand ku dewlet ligel hemû dezgehên xwe di xizmeta welatiyan da ye û ji bo dabînkirina pêwîstiyan hewil dide û wiha dewam kir:

"Em ê vê pêvajiya dijwar înşelah bi hev ra derbas bikin. Tenê divê em pabendî rêgez û hişyariyan bibin û herwiha teqez divê em li malên xwe bimînin. Li malê bimîne Tirkiyeya min, jiyan di malê da hil tê."

- "Rewşa welatê me li gorî ya welatên din baş e"

Fatih Keskin jî diyar kir ku wekî welatên din, vîrusê tesîra xwe li Tirkiyeyê jî nîşan da û wiha axivî:

"Bi xêra tedbîrên ku hemû xebatkarên tenduristiyê bi pêşengtiya Brêz Serokomarê me û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca wergirtin va rewşa welatê me li gorî ya welatên din baş e. Wekî civak divê em jî heman hesasiyetê nîşan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın