Dinya, Koronavîrus

Li Îranê ji destpêka şewba Kovîd-19ê vir va jimara herî zêde ya pêketiyan îro hat qeydkirin

- Li welêt di 24 saetên dawîn da 5 hezar û 616 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, 312 kes mirin

İbrahim Atmaca  | 21.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Li Îranê ji destpêka şewba Kovîd-19ê vir va jimara herî zêde ya pêketiyan îro hat qeydkirin

Tahran

 Li Îranê ji destpêka şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) vir va jimara rojane ya herî zêde ya pêketiyan îro hat qeydkirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 312 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 5 hezar û 616 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyan derket 31 hezar û 346an, jimara pêketiyan jî derket 545 hezar û 286an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 4 hezar û 861an giran e û heta niha 438 hezar û 709 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 4 milyon û 599 hezar û 554 test hatine kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.

Ji ber ku pêketî zêde bûn, li paytext Tehran û eyaletên Qûm, Qazwîn û Elburzê tevdîrên tengavkirinê cardin hatin hildan.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın