Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 36an
Hejmara nexweşan 2 hezar û 987 zêde bû derket 47 hezar û 593 kesan
Istanbul
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 138 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 3 hezar û 36 kesan.
Li gor xebera televizyona dewletê ya Îranê, Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 138 kesên din jî mirin.
Cîhanpur destnîşan kir ku li welêt hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 3 hezar û 36 kesan, hejmara nexweşan jî 2 hezar û 987 zêde bû derket 47 hezar û 593 kesan.
Cîhanpur diyar kir ku ji nexweşan rewşa 3 hezar û 871 kesan giran e, hejmara kesên piştî demankirinê rind bûn û çûn malên xwe jî derket 15 hezar û 473yan.
Kovîd-19a li Çînê derket holê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû tesîbtkirin û li welêt belav bûbû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.