Koronavîrus

Li Îranê aşiya xwemalî COVIRAN Bereket a dijî Kovid-19ê bi komî tê çêkirin

Muhammet Kurşun  | 25.04.2021 - Rojanekırın : 27.04.2021
Li Îranê aşiya xwemalî COVIRAN Bereket a dijî Kovid-19ê bi komî tê çêkirin

Tahran

Hat ragihandin li Îranê aşiya xwemalî COVIRAN Bereket a dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatibû çêkirin niha komî tê çêkirin û heta çend mehan li welêt pirsgirêka aşiyê wê nemîne.

Li Tehranê bi beşdariya Saziya Zanistê ya Kovîd-19ê li otelekê bernameyek hat lidarxistin û aşiya COVIRAN Bereketê ya xebatên wê yên faza 3yan dewam dikin li ser kesên dildar hat ceribandin.

Endamê Saziya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Vîrusa Koronayê Mînu Muhrîz, Parlamenterê Sîstan-Belucistanê Huseyîn Elî Şehriyarî û hîndekarê berê Mihemed Elî Emîrgezer bi dildarî aşî bûn.

Serokê Saziya Zanistê Mihemed Muxbir daxuyand wan dest bi çêkirina komî ya COVIRAN Bereketê kiriye û heta çend mehan li welêt pirsgirêka aşiyê wê nemîne.

Muxbir daxuyand ewê di gulanê da milyonek, di hezîranê da 3 milyon û nîv, di tîrmehê da 12 milyon û di tebaxê da jî 15 milyon doz aşî çêbikin û teslîmî Wezareta Tenduristiyê bikin.

Li Îranê aşiya COVIRAN Bereketê cara ewil di 29ê Çileya Pêşîn a 2020an da li ser însanan hatibû ceribandin û encamên baş hatibû bidestxistin. Teyîbe Muxbîra qîza Mihemed Muxbîr bûbû dildara yekem ku aşî li ser wê bê ceribandin.

Aşiya duyem a welêt Razî Cov Pars jî cara ewil di sibatê da li ser 133 dildaran hatibû ceribandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın