Koronavîrus

Li Wanê ekîbên aşîkirinê yên mobîl li fabirqeyan digerin û xebatkaran aşî dikin

Necat Hazar  | 17.06.2021 - Rojanekırın : 18.06.2021
Li Wanê ekîbên aşîkirinê yên mobîl li fabirqeyan digerin û xebatkaran aşî dikin

Van

Li Wanê jî xebatên aşîkirinê zêde bûn û ekîbên mobîl li fabirqeyan digerin û xeatkaran aşî dikin.

Li tevahiya welêt di çarçoveya seferberiya aşiyê da digel nexweşxaneyên bajêr û navendên tenduristiyê yên malbatê, li gelek deveran di çadirên ku hatine vekirin da aşiya kesên ku randevu hildane, tê kirin.

Di kordînasyona Walîtiyê da Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr ekîbên aşiyê yên mobîl çêkirin û ev ekîb jî li herêma sanayiya organîze, sîteyên sanayiyê û bajarokê tekstîlê kesên ku ji ber qerebalixiyê nikarin herin nexweşxaneyan, wan aşî dikin.

Ekîbên tenduristiyê ji bo ku kesên mafê wan ê aşiyê hatiye, wan aşî bikin, dixebitin. Ekîb rojê 10 hezar kesî aşî dikin. Heta niha nêzî 242 hezar kes hatin aşîkirin, ji bo ku rojane 15 hezar kesan aşî bikin, ekîb xebatên xwe didomînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın