Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 809 kesan pozîtîf derket, 65 kes mirin

Jimara nexweşên giran bû 763, tedawî yan jî karantînaya 5 hezar û 917 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 248 hezar û 862yan

Selma Kasap  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 24.06.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 809 kesan pozîtîf derket, 65 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 224 hezar û 192 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 5 hezar û 809 kesî pozîtîf derket, 65 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor vê li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 224 hezar û 192 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 5 hezar û 809 kesî pozîtîf derket,65 kes mirin, jimara nexweşan bû 550.

Jimara nexweşên giran bû 763, tedawî yan jî karantînaya Kovîd-19ê ya 5 hezar û 917 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 248 hezar û 862yan.

Jimara testan derket 59 milyon û 221 hezar û 265an, jimara waqieyan derket 5 milyon û 387 hezar û 545an, jimara miriyan derket 49 hezar û 358an.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,3 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 63,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın