Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 626 kesan pozîtîf derket, 74 kes mirin

Hejmara nexweşên giran bû 929. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 4 hezar û 585 kesan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 206 hezar û 836.

Selma Kasap  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 626 kesan pozîtîf derket, 74 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 219 hezar û 290 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 5 hezar û 626 kes pozîtîf derketin, 74 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 219 hezar û 290 test hatin kirin, testa 5 hezar û 626 kesan pozîtîf derket, 74 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 428.

Hejmara nexweşên giran bû 929. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 4 hezar û 585 kesan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 206 hezar û 836.

Hejmara testan gihişt 57 milyon û 223 hezar û 789, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 336 hezar û 73, hejmara miriyan bû 48 hezar û 795.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 60,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.