Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 168 kesan pozîtîf derket, 242 kes mirin

Aybüke İnal Kamacı  | 23.09.2021 - Rojanekırın : 23.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 168 kesan pozîtîf derket, 242 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 655 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 168 kes pozîtîf derketin, 242 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 351 hezar û 655 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 168 kes pozîtîf derketin, 242 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 23 hezar û 96 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 85,51 a doza duyem jî weke 68,91 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 106 milyon û 492 hezar û 794 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 426 hezar û 502 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın