Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 27 hezar û 188 kesan pozîtîf derket, 206 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 324 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 188 kes pozîtîf derketin, 206 kesan canê xwe ji dest da.

Kemal Karadağ  | 27.09.2021 - Rojanekırın : 28.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 27 hezar û 188 kesan pozîtîf derket, 206 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 324 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 188 kes pozîtîf derketin, 206 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 353 hezar û 324 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 188 kes pozîtîf derketin, 206 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 25 hezar û 160 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 86,28 a doza duyem jî weke 70,59 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 108 milyon û 305 hezar û 902 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 465 hezar û 498 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.