Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 145 kesan pozîtîf derket, 193 kes mirin

Burcu Çalık Göçümlü  | 26.09.2021 - Rojanekırın : 26.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 145 kesan pozîtîf derket, 193 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 342 hezar û 145 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 145 kes pozîtîf derketin, 193 kesan can da.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 342 hezar û 145 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 145 kes pozîtîf derketin, 193 kesan can da. Hejmara kesên ku qenc bû jî 19 hezar û 199 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 69,98 ya doza duyem jî weke ji sedî 86,02 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 107 milyon û 641 hezar û 923 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 261 hezar û 628 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.