Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 23 hezar û 347 kesan pozîtîf derket, 201 kes mirin

Barış Gündoğan  | 21.11.2021 - Rojanekırın : 21.11.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 23 hezar û 347 kesan pozîtîf derket, 201 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 352 hezar û 335 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 23 hezar û 347 kes pozîtîf derketin, 201 kesan can da.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 352 hezar û 335 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 23 hezar û 347 kes pozîtîf derketin, 201 kesan can da. Hejmara kesên ku qenc bû jî 29 hezar û 163 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza duyem weke ji sedî 80,57 ya doza yekem jî weke ji sedî 90,26 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 119 milyon û 272 hezar û 284 aşî hatiye kirin.

Li Tirkiyeyê heta niha 119 milyon û 272 hezar û 284 doz aşî hatiye lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın