Tenduristî, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 22 hezar û 83 kesan pozîtîf derket, 69 kes mirin

Di nifûsa ji ser 18 salî da rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê lê xistin ji sedî 65,79, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê hat lêxistin ji sedî 43,28 e

Burcu Çalık Göçümlü  | 31.07.2021 - Rojanekırın : 31.07.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 22 hezar û 83 kesan pozîtîf derket, 69 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 256 hezar û 460 testên vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 22 hezar û 83 kesan pozîtîf derket, 69 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 256 hezar û 460 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 22 hezar û 83 kesan pozîtîf derket, 69 kes mirin, jimara başbûyiyan jî bû 5 hezar û 752.

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 65,79 e, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 43,28 hat qeydkirin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da doza yekem, duyem û sêyem bi tevahî milyonek û 424 hezar û 550 doz aşî hat lêxistin.

Di nifûsa ji ser 18 salî da rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê lê xistin ji sedî 65,79, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê hat lêxistin ji sedî 43,28 e.

Li Tirkiyeyê heta îro 40 milyon û 833 hezar û 279 kes doza yekem a aşiyê, 26 milyon û 861 hezar û 882 kes doza duyem a aşiyê, 4 milyon û 825 û 484 hezar kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 72 milyon û 520 hezar û 645 aşî hatin lêxistin.

- "Aşiya xwe li xwe bixin û guh bidin tevdîran"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir û got ku got "Me hê zêdebûna jimara waqieyan hilnedaye bin kontrolê. Rêya vê tevdîr û aşî ye. Bêyî ku wext derbas bibe, bibêjin şev û roj, dawiya hefteyê aşiya xwe li xwe bixin, guh bidin tevdîran."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın