Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 15 hezar û 191 kesan pozîtîf derket, 283 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 197 hezar û 468 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 15 hezar û 191 kes pozîtîf derketin, 356 kesan canê xwe ji dest da.

Selma Kasap  | 09.05.2021 - Rojanekırın : 10.05.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 15 hezar û 191 kesan pozîtîf derket, 283 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 197 hezar û 468 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 15 hezar û 191 kes pozîtîf derketin, 356 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 197 hezar û 468 test hatin kirin, testa 15 hezar û 191 kesan pozîtîf derket, 283 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 102.

Di 24 saetnên dawîn de 25 hezar û 694 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 716 hezar û 918.

Hejmara testan gihişt 49 milyon û 390 hezar û 141ê, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 31 hezar û 332, hejmara miriyan bû 43 hezar û 29, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 81.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.