Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn derket 118 hezar û 694

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan, 32 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 156 hezar û 827an, jimara miriyan jî derket 4 hezar û 340 kesî

Elif Irmak  | 25.05.2020 - Rojanekırın : 25.05.2020
Li Tirkiyeyê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê baş bûn derket 118 hezar û 694

Ankara

Hat eşkerekirin ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan, 32 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 156 hezar û 827an, jimara miriyan jî derket 4 hezar û 340 kesî.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 24 hezar û 589 test hatin kirin teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesî.

Di 24 saetên dawîn da 32 nexweşan wefat kir, 1092 nexweş baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket milyonek 832 hezar û 262yan, jimara waqieyan derket 156 hezar û 827 û jimara kesên mirin jî derket 4 hezar û 340 kesî.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da 769 e, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê jî 385 û jimara nexweşên baş bûn jî 118 hezar û 694 e.

- "Bêtir kêmbûna xetereyê bi tevdîrên xurt mimkûn e"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî der barê daneyan da nirxandina "Jimara nexweşên baş bûn nêzî 120 hezarî bû. Guherbariya di jimara waqieyên nû da di asta dihat pêşbînikirin da ye. Hewcehiya unîteya nexweşiyên giran herku diçe kêm dibe. Bêtir kêmbûna xetereyê bi tevdîrên xurt mimkûn e." kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.