Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara kesên ji Kovîd-19ê baş bûn ji 120 hezarî derbas bû

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku jimara kesên ku tedawiya wan hat temamkirin derket 120 hezar û 15an

Elif Irmak  | 25.05.2020 - Rojanekırın : 26.05.2020
Li Tirkiyeyê jimara kesên ji Kovîd-19ê baş bûn ji 120 hezarî derbas bû

Ankara

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 987 kesan, 29 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 157 hezar û 814an, jimara miriyan derket 4 hezar û 369an, 1321 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan hat temamkirin derket 120 hezar û 15an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane" ya ku di malpera Wezaretê da cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser Twîtterê parve kir îro 21 hezar û 492 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê da teşxîsa Kovîd-19ê dan 987 kesan.

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 987 kesan, 29 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 157 hezar û 814an, jimara miriyan derket 4 hezar û 369an, 1321 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan hat temamkirin derket 120 hezar û 15an.

- "Serkeftina hat bidestxistin encama ahenga 83 milyonî nîşan da ye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der abrê daneyên rojane da got ku "Jimara başbûyiyan ji 120 hezarî derbas bû. Hewcehiya bi unîteya nexweşiyên giran kêm dibe. Serkeftin encama ahenga 83 milyonî nîşan da ye. Di heyama nû da tedvîra nû û hêzdar tevdîra ku dê di jiyana civakî da hemû bi hev ra bê hildan e."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.