Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara kesên ji Kovîd-19ê baş bûn derket 125 hezar û 963yan

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan, 28 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 162 hezar û 120 kesî, jimara miriyan derket 4 hezar û 489an

Elif Irmak  | 29.05.2020 - Rojanekırın : 31.05.2020
Li Tirkiyeyê jimara kesên ji Kovîd-19ê baş bûn derket 125 hezar û 963yan

Ankara

Wezareta Tenduristiyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan, 28 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 162 hezar û 120 kesî, jimara miriyan derket 4 hezar û 489an,1594 kesên din baş bûn jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 125 hezar û 963yan.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kir îro 36 hezar û 155 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 28 nexweşan wefat kir, 1594 nexweş baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket milyonek û 964 hezar û 364an, jimara waqieyan derket 162 hezar û 120 kesî û jimara kesên wefat kirin derket 4 hezar û 489 kesan. Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên gitan da bi tevahî 662, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 324, jimara nexweşên başbûyî jî derket 125 hezar û 963yan.

- "Em bi jiyana civakî ya bikontrol ji xetereyê dûr bisekinin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê daneyên dawîn da parvekirina "Jimara testan zêde bû, jimara waqieyên nû kêm bû. Kêmbûna jimara nexweşên di unîteya giran da û yên entubekirî jî dewam dike. Rojên pêş girêdayî wê ye ku em bi hev ra ji bo paqijiya destan, maske û rêbaza mesafeya civakî ye baldar bin. Em bi Jiyana Civakî ya Bikontrol ji xetereyê birevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın