Li Tirkiyeyê ji 100 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin
Ankara
Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da ji hêla Wezareta Tenduristiyê va li tevahiyê welêt rêjeya doza aşiyê ya yekem, duyem û sêyem a ku li welatiyan xistine ji 100 milyon dozî derbas bû.
Li gor daneyên demkî yên li ser malpera înternetê "covid19asi.saglik.gov.tr" ya Wezareta Tenduristiyê tên belavkirin, ji saet 13.40î pê va 50 milyon û 817 hezar û 854 doza yekem, 39 milyon û 483 hezar û 547 doza duyem a aşiya Kovîd-19ê li welatiyan hat xistin.
Tevlî aşiyên ku dozên wan ên din jî hatin kirin 100 milyon û 2 hezar û 625 aşî li seranserê welêt hatin kirin.