Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 185 hezar û 292yan
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 2 hezar û 297 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 185 hezar û 292yan.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1053 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 50 hezar û 545 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 733 hezar û 218an.
Di 24 saetên dawîn de 1053 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 207 hezar û 897an. 19 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 260î.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 2 hezar û 297 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 185 hezar û 292yan.
Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1152 ye û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 400 in.
- Nirxandina Wezîr Koca
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ev meheke di navbera ji sedî 59-61ê de ye. Bi qender nexweşên taburcîkirî em nexweşan radizînin. Ji bo entubasyonê jî rewş heman e. Li 5 wîlayetên ku bi zêdebûna pêketinan derketibûn pêş, 3 rojê dawîn têkra ji sedî 7 pêketin kêm bûne. Li hember şewbê em çend kes in?"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.