Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 170 hezar û 595an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 413 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 170 hezar û 595an.

Ahmet Aydın  | 28.06.2020 - Rojanekırın : 29.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 170 hezar û 595an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1356 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 48 hezar û 309 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 280 hezar û 144an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1356 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 197 hezar û 239an. 15 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 97an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 413 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 170 hezar û 595an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 996 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 381 e.

- "Bila havîn nebe sedema rehawetê"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di hejmara pêketiyên nû de li gorî duhê 16, li gorî pêr 40 kêmbûn heye. Hejmara giştî ya rehetbûyên îro, 571 kêm bû. Di kêmkirna pêketiyên nû de em têra xwe xurt û bi tedbîr nîn in. Bila havîn nebe sedema rehawetê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın