Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 135 hezar û 322an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1922 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 135 hezar û 322an.

Ahmet Aydın  | 06.06.2020 - Rojanekırın : 07.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 135 hezar û 322an

Ankara

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 878 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 21 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 35 hezar 846 test hatin kirin, hejmara testan gihişt 2 milyon û 303 hezar û 258an.

Herwiha 878 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 169 hezar û 218an.

Di 24 saetên dawîn de 21 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 669an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1922 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 135 hezar û 322an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 591 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 264 in.

- "Ji sedî 80yê pêktiyên giştî rehet bûn"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ji sedî 80yê pêktiyên giştî rehet bûn. Hejmara nû ya rehetbûyan nêzîkî 2 hezaran e. Beşeke mezin a nexweşên pozîtîf, pêketiyên nediyar û yên li mala xwe ne. Li 81 wîlayetan hejmara nexweşên duhê razandî 41 e. Zêdetir tedbîr encamên baştir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın