Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 131 hezar û 778an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 926 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 131 hezar û 778an.

Ahmet Aydın  | 04.06.2020 - Rojanekırın : 05.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 131 hezar û 778an

Ankara

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 988 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 21 kesan jî ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 54 hezar 234 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 209 hezar û 583an. 988 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 167 hezar û 410an.

Di 24 saetên dawîn de 21 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 630î. Herwiha bi rehetbûna 926 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 131 hezar û 778an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 602 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 265 in.

- "Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Hejmara me ya testan tevî yên bi mebesta nihêrînê di 54 hezaran re ye. Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, didome.Siberoj girêdayî îtînaya hijyena destan, maske û jihevdûriya civakî ye. Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.