Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 111 hezar û 577an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 615 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 111 hezar û 577an.

Ahmet Aydın  | 18.05.2020 - Rojanekırın : 19.05.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 111 hezar û 577an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 158 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 150 hezar û 593an. 31 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 171ê.

Herwiha bi rehetbûna hezar û 615 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 111 hezar û 577an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 25 hezar 141 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt milyonek û 650 hezar û 135an. Di vê çarçoveyê de hezar û 158 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin.

Di 24 saetên dawîn de 31 kesan canê xwe ji dest da û hezar û 615 nexweş rehet bûn.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de 903, hejmara yên girêdayî ventîlatorê jî 463 ne. 

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got," Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de û yên girêdayî ventîlatorê, berdewam e. Hejmara pêketiyan di asta çaverêkirî de ye. Rola li malêmayînê li ser têkoşîna dijî belavbûna koronavîrusê mezin e. Sibe û dusibe em ji malê dernekevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.