Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara nexweşên bi çavkanî Kovîd-19 daket biniya 1000î

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 179 hezar û 208 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 909 kes pozîtîf derketin, 171 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın  | 12.01.2021 - Rojanekırın : 13.01.2021
Li Tirkiyeyê hejmara nexweşên bi çavkanî Kovîd-19 daket biniya 1000î

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 179 hezar û 208 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 909 kes pozîtîf derketin, 171 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 179 hezar û 208 test hatin kirin, testa 9 hezar û 909 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 26 milyon û 555 hezar û 992yan.

Îro 171 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 23 hezar û 152yan.

Nexweşên giran bûn 2 hezar 701, 10 hezar û 13 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 218 hezar û 464an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,5 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 60,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

- "Hejmara nexweşên rojane daket biniya 1000î"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 983 nexweş hatin tesbîtkirin. Piştî maweyeke dirêj hejmara nexweşên rojane daket biniya 1000î. Daketina hejmara nexweşên giran berdewam e. Emê bi pabendiya sînordarkirin û tedbîran derbasî vaksînê bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.