Li Tirkiyeyê hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê hat tomarkirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 430 hezar û 253 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 74 hezar û 266 pozîtîf derketin, 137 kes mirin.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 430 hezar û 253 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 74 hezar û 266 pozîtîf derketin, 137 kes mirin.
Bi vê re hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê hat tomarkirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 430 hezar û 253 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 74 hezar û 266 kes pozîtîf derketin, 137 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 39 hezar û 226 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,08 a doza duyem jî weke 83,74 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 137 milyon û 428 hezar û 160 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.