Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di Kovîd-19ê de bi 67 hezar û 237 testan hejmara rojane ya herî zêde ya testan hat dîtin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1212 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 18 kesan din canê xwe ji dest dan.

Ahmet Aydın  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 13.08.2020
Li Tirkiyeyê di Kovîd-19ê de bi 67 hezar û 237 testan hejmara rojane ya herî zêde ya testan hat dîtin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1212 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 18 kesan din canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 67 hezar û 237 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 454 hezar û 988an.

Di 24 saetên dawîn de 1212 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 244 hezar û 392yan.

18 kesêan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 891ê.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 934 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 227 hezar û 89an.

Hejmara nexweşên giran 632, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 8,2 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Faahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di 24 saetên dawîn de em gihiştin hejmara herî bilind a piştî 2yê adarê. Di hejmara nexweşên me yên giran de, 15 zêdebûn heye. Belavbûna nexweşiyê di cihên sabît de, weke di nava malbatan de, xurt e. Hebûna nexweşekî, tê wateya malbateke nexweş. Em tedbîran ji bo xwe bistînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.