Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde testa Kovîd-19ê ya 30 hezar û 103 kesan pozîtîf derket, 182 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 174 hezar û 443 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 30 hezar û 103 kesan pozîrîf derket, 182 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın  | 28.11.2020 - Rojanekırın : 30.11.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde testa Kovîd-19ê ya 30 hezar û 103 kesan pozîtîf derket, 182 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 174 hezar û 443 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 30 hezar û 103 kesan pozîrîf derket, 182 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 174 hezar û 443 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 18 milyon û 247 hezar û 424an.

Di 24 saetên dawînde 174 hezar û 443 test hatin kirin, testa 30 hezar û 103 kesan pozîrîf derket, 182 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4903, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3611 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 396 hezar û 227an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 71,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 39,2 ye.

- "Artêşa me ya tendirustiyê di bin barekî mezin de ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 4 hezar û 903 nexweşên rewşgiran hatin tesbîtkirin. Artêşa me ya tendirustiyê di bin barekî mezin de ye. Her yek ji me ji pabendiya tedbîran berpirsyar e. Ev hilbijarteyeke şexsî nîn e, mecbûriyeteke civakî ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın