Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 74 hezar û 266 pozîtîf derket 153 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 410 hezar û 116 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 75 hezar û 564 pozîtîf derketin, 153 kes mirin.

Özcan Yıldırım  | 13.01.2022 - Rojanekırın : 14.01.2022
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 74 hezar û 266 pozîtîf derket 153 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 410 hezar û 116 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 75 hezar û 564 pozîtîf derketin, 153 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 410 hezar û 116 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 75 hezar û 564 kes pozîtîf derketin, 153 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 51 hezar û 675 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,16 a doza duyem jî weke 83,86 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 138 milyon û 326 hezar û 318 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.