Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 30 hezar û 862 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 223 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 360 hezar û 849 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 30 hezar û 862 pozîtîf derketin, 223 kes mirin.

İsa Toprak  | 19.10.2021 - Rojanekırın : 20.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 30 hezar û 862 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 223 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 360 hezar û 849 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 30 hezar û 862 pozîtîf derketin, 223 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 360 hezar û 849 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 862 kes pozîtîf derketin, 223 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 352 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,56 ya doza duyem jî weke 76,66 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 114 milyon û 425 hezar û 692 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 218 hezar û 58 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.