Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 465 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 198 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 362 hezar û 213 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 465 pozîtîf derketin, 198 kes mirin.

Ahmet Sertan Usul  | 21.10.2021 - Rojanekırın : 22.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 465 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 198 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 362 hezar û 213 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 465 pozîtîf derketin, 198 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 362 hezar û 213 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 465 kes pozîtîf derketin, 198 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29 hezar û 160 e.

Li Tirkiyeyê heta nuha 114 milyon û 807 hezar û 774 doz aşî hatiye kirin. Di çaçroveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 187 hezar û 264 doz aşî hat kirin.

10 wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herêi zêde ye; Ordu, Mugla, Kirklareli, Amasya, Çanakkale, Eskişehir, Osmaniye, Balikesir, Edirne û Burdur in.

Herwiha wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herêi kêm e jî evi in: Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Mûş, Sêrt, Mêrdîn, Bingol, Bidlîs, Agirî û Bayburt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.