Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 792 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 195 kes mirin

Muhammed Ali Toruntay  | 25.10.2021 - Rojanekırın : 25.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 792 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 195 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 338 hezar û 536 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 792 pozîtîf derketin, 195 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 338 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 792 kes pozîtîf derketin, 195 kes mirin. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 403 ye.

Li Tirkiyeyê heta niha 115 milyon û 255 hezar û 712 doz aşî hatiye kirin. Di çaçroveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 90 hezar û 575 doz aşî hat kirin.

10 wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herî zêde ye; Ordu, Mugla, Kirklareli, Amasya, Çanakkale, Eskişehir, Osmaniye, Balikesir, Edirne û Zonguldak e.

Her wiha wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herî kêm e jî ev in: Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Mûş, Sêrt, Mêrdîn, Bîngol, Bidlîs, Agirî û Bayburt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.