Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1538 kesan, 68 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 97 hezar û 416 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1538 kesan

Elif Irmak  | 20.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1538 kesan, 68 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 68 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 97 hezar û 416 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1538 kesan.

Di 24 saetan da 68 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1312 kes jî baş bûn. Jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bû derket 266 hezar û 117an.

Jimara testan bi tevahî derket 9 milyon û 173 hezar û 694an, jimara waqieyan derket 301 hezar û 348an, jimara wefatan derket 7 hezar û 445an.

Jimara nexweşên aktîf derket 27 hezar û 786an, jimara nexweşên giran bû 1432, di nexweşan da rêjeya zatureyê jî bû ji sedî 7.

- "Kêmkirina nexweşên giran di destê me da ye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di nirxandina xw eya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "Îro jimara nexweşên me yên giran derket 1432yan. Têkoşîna herî mezin a xebatkarên me yên tenduristiyê ji bo başkirina nexweşên me yên giran e. Kêmkirina jimara nexweşên me yên giran di destê me da ye. Ji bo ku em guh bidin tevdîran ev hişyarî divê têrî me bikin. Em bi hev ra têkoşînê bidin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın