Li Spaniyayê jimara kesên ji ber şewba Kovîd-19ê mirin ji 9 hezarî derbas bû
Li welêt jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 9 hezar û 53an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 102 hezar û 136an
Madrid
MADRÎD (AA) - Li Spaniyayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 864 zêde bû û derket 9 hezar û 53an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî ji 100 hezarî derbas bûn.
Wezareta Tenduristiyê daneyên ser Kovîd-19ê rojane kirin.
Li gor vê li dinyayê piştî Îtalyayê herî zêde meriv li Spaniyayê mirin. Li Spaniyayê hêngî ku meriv ji ber vîrusê dimirin, qasî îro nemiribûn.
Jimara miriyan li gor duh 864 zêde bû û derket 9 hezar û 53an. Di 24 saetên dawîn da di 7 hezar û 719 kesan da vîrus hat tesbîtkirin û jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 102 hezar û 136an.
Li welêt 5 hezar û 872 kes di beşa nexweşên giran da ne, jimara kesên ku qenc bûn jî derket 22 hezar û 647an.