Türkan Tosun
11 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Qedexeya derketina derva ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li seranserê Tirkiyeyê di 8ê çileya paşîn roja inê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Di 30yê çileya paşîn da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.
Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyeyê di nav hefteyê her roj di saet 21.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja inê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.
Li Tirkiyeyê cara ewil di navbera 4-7ê çileya pêşîn da derketina derva hatibû qedexekirin.
Di vê çarçoveyê da li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya di 8ê çileya paşîn roja înê di saet 21.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya.
Heta biryareke nû bê dayîn qedexeya derketina derva wê wiha dewam bike.